Li Oslo û Stûttgartê êrîşên dagirekriya Tirk protesto kirin

Li paytexta Norweçê Osla û bajarê Stûttgart a Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê ya Tirk bi çalakiyan hatin protestokirin.

Bi çalakiyan dagirkeriya Tirk li Ewropa tê protestkirin.

Li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a paytexta Norweçê Osloyê dagirkeriya Tirk û êrîşên qirkirinê hatin proteestokirin. Di çalakiyê de ku ji aliyê NCKD Osloyê ve hate kirin, êrîşên qirker ên dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê hate protestokirin.

Li ser navê NCKD a Oslo Hevseroka Meclîsê Ayser Yuce axivî û diyar kir ku dewleta Tirk Rojava, Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe dike, niha jî dor hatiye nexweşxane û kampên penaberan bombe dike.

Nûnerên Norweçî yên Solîdarîtet med Kurdistan jî tevlî çalakiyê bûn û piştgirî dan.

Çalakî bi dirûşman dawî bû.

STÛTTGART

Li ser banga aktivîstên TEKO-JIN li bajarê Stûttgart a Elmanyayê di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de êrîşên qirker ên dewleta Tirk hatin protestokirin.

Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Şengal’ dawî bû.