Li Munîh û Kasselê ji bo Rojava çalakî hate kirin

Li Munîh û Kasselê bi armanca piştevaniya bi Rojava re û şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Munihê ji aliyê Meclîsa Civaka Kurd ve şeva piştevaniya bi Rojava re hate lidarxistin.

Çalakî ji bo bîranîna şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Endamê Diwana KCDK-E Demîr Çelîk axivî û dagirkeriya Tirk şermezar kir.

Di çalakiyê de Hozan Diyar, Hozan Aydin, Deng û Veng, Koma Avaşîn û GerîllaSystem derketin ser dikê. Şeva piştgiriyê bi stran, govend û dirûşmeyan bidawî bû.

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê jî bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin. Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokên NCDK’ê Îbrahîm Şen û Leyla Saruxan ve hate kirin. Di çalakiyê de koma koro ya zarokan a Rojê derket dikê.

Rêveberê FED-DEM’ê Xoşnav Ata axivî û wiha got; “Hewldana dagirkirina Rojava ya faşîzma Tirk didome, cîhan jî bêdeng e.”

Şeva piştgiriyê bi stran û govendê dewam kir.