Li Munîh û Darmstadtê çalakiyên li dijî faşîzmê

Li bajarên Munîh û Darmstadtê yên Elmanyayê bi çarçoveya kampanyaya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê de gefên li ser girtina HDP’ê û vekişandina Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê hate protestokirin.

Li Munîhê di çarçoveya kampanyaya ‘Em ê bi hev re faşîzmê têk bibin’ a Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê de çalakiyek hate lidarxistin.

Hewldanên girtina HDP’ê û vekişandina Tirkiyeyê ya ji peymana Stenbolê hate protestokirin.

Çalakî li Sendlîngerster 19’ê hate lidarxistin û tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê hate protestokirin. Bêdengiya Elmanyayê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk jî hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de belavokên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê û ya CENÎ’yê hate xwendin.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê jî di vê çarçoveyê de çalakiyek hate lidarxistin. Saziyên çepgir û demokratîk ên li Darmstadtê xwedî li HDP’ê derketin û vekişandina Tirkiyeyê ya ji peymana Stenbolê hate protestokirin.

Gel li Lûîseplatzê hatin ba hev. Şaredarê berê yê Erxeniyê Nadîr Bîngol di çalakiyê de axivî û got “Ferasata faşîst bi salan xwest bi zext û girtinan me tune bike û a niha jî dixwaze partiya me bigire. Em ê wekî duh îro jî têkoşîna xwe bidomînin.”

Di mîtîngê de nûnerên AKÎF’ê û nûnerên HDP’ê jî axivîn.