Li Marsîlyayê ji bo azadiya Ocalan meş hate lidarxistin

Li bajarê Fransa Marsîlyayê Kurdistanî ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo CPT demildest serdana Îmralî bike daketin qadan.

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Marsîlya (NCDK) li Qada Canabîere zêdetirî 700 kes li hev civiyan, bi wêneyên çalakgerên grevên birçîbûnê û dovîzên ‘CPT demildest serdana Îmralî bike’ meşiyan. Ciwan jî bi pankarta “Serî hilde’ beşdarî meşê bûn.

Meş seatekê dom kir û girseya gel piştî ku hate qada mîtîngê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz girtin. Piştre siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan ji gel re axivî û berxwedana gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê silav kir.

Piştî Ocalan çalakgerê greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê Kerem Solhan bi rêya telefonê beşdarî mîtîngê bû, spasiya xwedîderketina bihêz a gel kir û banga geşkirina çalakiyan kir.

Ciwan Ferzad Medî yê beşdarî çalakiyê bûyî got; “Em ê çawa tecrîdê bişkînin, em ê çawa bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê, divê ciwan di nava van lêgerînan de be. Ji bo şikandina tecrîdê dibêjim ‘Serî hilde.”

Çalakger Soro Yildiz jî got; “Ciwanên şoreşger wê bi pêngava ‘Serî hilde’ bersivê bidin helwesta faşîzan e ya dewleta Tirk. Ciwanên Kurd ên li Marsîlyayê heta şikandina tecrîdê wê li qadan bin. Em ê li dijî bûyerên çêdibin bêdeng nemînin. Em ê bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê.”