Li Mannheimê faşîstan êrîşî Komeleya Çanda Kurdan kir

Li bajarê Mannheimê faşîstan êrîşî Komeleya Çanda Kurd kir û di êrîşê de camên avahiyê hatin şikandin.

Li bajarê Mannheim yê Elmanyayê faşîstan êrîşî Komeleya Çanda Kurd kir û di encama êrîşa faşîstan de camên avahiyê hatin şikandin. Li gorî agahiyên peywîrdarên komeleyê êrîş serê sibehê li dijî komeleyê pêk hatiye.

Li ser êrîşê rayedarên komeleyê li polîsan geriyan û polîsan bi hinceta “ekîba me nîne” lêkolînê red kirine.

Rayedarên Komeleya Çanda Kurd anî ziman ku êrîş ji aliyê faşîstên Tirk ve pêk hatiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di meha sibatê de jî êrîşek bi heman awayî pêk hatibû. Polîsên ku li hemberî êrîşa li dijî komeleya Kurdan bêbersiv man, 3 sal berê bi hinceta çalakiya çandî avêtin ser malên 5 endamên rêveberiya komeleyê.