Li Mannheîm û Hannoverê çalakî

Li bajarên Mannheîm û Hannover ên Elmanyayê li dijî faşîzmê çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê di çarçoveya kampanyaya Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê ya bi navê ‘Em ê bi hev re faşîzmê têk bibin’ de çalakî hate lidarxistin.

Çalakî saet di 16.00’an de li Paranplatzê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de li ser navê FCDK-KAWA Emîn Dîzek axivî û diyar kir ku êrîşa li ser HDP’ê nayê qebûlkirin.

Denîz bal kişand ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê ya Elmanyayê jî di çarçoveya kampanyaya ‘Em ê bi hev re faşîzmê têk bibin’ çalakî hate lidarxistin.

Çalakger saet di 14.00’an de li pêşiya îstasyona trênê hatin ba hev û ji bo bîranîna şehîdan bi qasî deqîqeyekê rêz girtin.

Di çalakiyê de belavoka Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê hate xwendin û gel piştre dest bi meşê kir û li pêşiya konsolosxaneya Tirk mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd, Altey Bîschoof, MLPD, HBDH, ATÎF, TCŞ û NAV-YEK’ê axaftin hate kirin.

Di axaftinan de qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û hate diyarkirin ku HDP partiya bindestan e.