Li Mannheîm, Lîmassol û Viyanayê dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin
Li Mannheîm, Lîmassol û Viyanayê dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin û êrîşên wê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate şermezarkirin.
Li Mannheîm, Lîmassol û Viyanayê dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin û êrîşên wê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate şermezarkirin.
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hate şermezarkirin. Gelê Kurd bi meşê dewleta Tirk şermezr kirin. Gel li Wasertrûmê hatin ba hev û heta Paradaplatzê meşiyan.
Li vê derê banga xwedîlêderketina berxwedana gerîla hate kirin û êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin.
VIYANA
Li bajarê Viyana ya Evûstûryayê jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin.
Meş li Westbanhofê hate destpêkirin û heta Mûseûmsqûartîerê meş hate kirin. Gel li vê derê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên YPG û YPJ’ê hildan.
Di meşê de sûcên li Efrînê yên ku çeteyên dewleta Tirk kirine û êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li dijî Herêmên Parastinê ya Medyayê hatin protestokirin.
LÎMASSOL
Li bajarê Lîmasollê yê Kibrisê jî êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin.
Gelê Kurd li Molozparka Lîmasollê hatin ba hev û êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê protesto kirin.
Di çalakiyê de siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhad axivî û diyar kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk divê gelê Kurd û hêzên şoreşger bibin yek.