Beriya Civîna Bilind a NATO’yê ku wê di 29-30’ê Hezîranê de li Madrîd a Spanyayê bê lidarxistin, derdorên demokrat, aştîxwaz û çepgir li dijî hebûna NATO û şerê emperyalîst meşeke girseyî lidar xistin.
Koma enternasyonalîst a Defend Rojava a Madrîdê jî tevlê meşa piştevaniyê ya bi Kurdistanê re bû û têkiliyên qirêj ên welatên NATO'yê yên bi dewleta Tirk re û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê şermezar kirin.
Çalakvanên ku rejîma faşîst a Erdogan protesto kirin, piştevaniya xwe ya bi gelê Kurd û gerîlayên azadiya Kurdistanê re anîn ziman.
Di çalakiya li dijî NATO'yê de her wiha ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê îmze hatin komkirin.