Li London û Den Haagê pîrozbahiya bi coş a 27’ê Mijdarê

Li London û Den Haagê bi tevlêbûna bi sedan kesan salvegera 44’emîn a damezirîna PKK’ê hat pîrozkirin.

Salvegera 44’emîn a damezirîna PKK’ê, li Londona paytexta Îngilistanê û li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi awayekê bi coş hat pîrozkirin.

LONDON

Salvegera 44’emîn a damezirîna PKK’ê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Brîtanyayê û Meclîsa Gelê Kurd, bi tevlêbûna bi sedan kesan li avahiya KCC’ê hat pîrozkirin.

Şahî, bi rêzgirtina bi deqeyekê ji bo şehîdên têkoşîna şoreş û azadiyê dest pê kir. Piştre sînevîzyonek li ser têkoşîna azadiyê ya PKK’ê hat nîşandan. Girseyê, dirûşmên “Bijî Serok Apo“, “Bijî PKK“, “Şehîd namirin“ û “Jin, jiyan, azadî“ berz kirin.

Salon, bi alên PKK, KCK, YPG, YPJ, PAJK û HPG û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin. Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axavtina destpêkê hat kirin. Hat diyarkirin ku PKK vejîna Kurdan û tevgera azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn e û hat destnîşankirin ku li çar aliyên Kurdistanê li dijî faşîzm û dagirkeriyê bi pêşengiya gerîla berxwedan û şerê azadiyê tê kirin.

Di pîrozbahiyê de peyama Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan a ji bo salvegera damezirîna PKK’ê hat xwendin, li ser navê Meclîsa Gelê Kurd, KCDK-E Başûr, PJAK û Tevgera Jinên Kurd axavtin hatin kirin. Di axavtinan de hat diyarkirin ku PKK tevgera vejînê ye û wiha hat gotin: “PKK, ziman û nasnameya hemû gelên bindest e ku li pey azadiya xwe ne. Eniya hêvî û azadiyê ye li dijî desthilatdariyên faşîst û olîgarşîk ên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Em, silav li Rêber Apo ku ev roj diyariyê me kir û gerîlayên PKK’ê ku li her çar parên Kurdistanê têdikoşin, dikin. Em ê bi ruhê PKK’ê têkoşînê gur û geş bikin.“

Piştre Koma Sersî, Zeynel Abîdîn û Kamîl Ciwan derketin ser dikê û bi stranên xwe girse coşandin. Girseyê li ber stranan govend girt û bi dirûşman berxwedana PKK’ê û gerîla silav kir.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê jî 44’emîn salvegera damezirandina PKK’ê bi tevlêbûna hezaran kesî hat pîrozkirin. Qada şahiyê bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, KCK, HPG û YJA Star’ê hatin xemilandin. Şahiyaya pîrozbahiyê bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.  

Di şahiyê de ewilî Hevserokê DEM-NED’ê Niyazî Dersim axivî. Dersim anî ziman ku di serî de jin û ciwan hemû gelên bindest bi saya têkoşîna azadiyê nasnameya xwe nas kirin.

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar ku beşdarî pîrozbahiyê bû, diyar kir ku PKK ji her demê bihêztir e û di qonaxa heyî de hêviya gelan e. Aydar bal kişand ser şerê bi rûmet ê gerîla yê 8 mehan li Herêmên Parastinê yên Medyayê dimeşîne û got: "Divê em dengê xwe bilind bikin û bersivê bidin êrîşa çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li hemberî gerîla."

Aydar, bal kişand bi ser tecrîdê û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û tu agahî jê nayê girtin. Aydar diyar kir ku dawiya rejîma faşîst a AKP-MHP'ê hatiye û got: "Tu hêz nikare destkeftiyên me yên berdêlên giran hatin bidestxistin, ji holê rake.“

Piştre li ser navê Tevgera Jinên Kurd Dilşa Osman axavtinek kir. Dilşa Osman anî ziman ku beriya 44 salan tu kesê nedikarî qala Kurdbûna xwe jî bike, lê îro jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya gerdûnî pêşengiya jinên cîhanê dikin.-

Piştî axaftinan sînevziyon hate pêşandan.

Herî dawî Hozan Hozan Comerd, Zozan Zûdem, Seyda Perinçek, Bengî Agirî, Hozan Yûnûs û Memo derketin li ser dikê û bi stranên xwe gel coşandin.

Şahî bi dirûşmeyê “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.