Li hemberî qedexeya li ser PKK’ê li Parîsê standa îmzeyan hate vekirin

Ji bo ku PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ were derxistin li Parîsê îmze hatin komkirin.

Bi pêşengiya Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk li Qada Repûblîqûe ya Parîsê standek hate vekirin.

Alaya PKK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  û pankartên ‘Edalet ji bo Kurdan’ û ‘Divê bi lezgînî PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst a Yekîtiya Ewropayê were derxistin” li standê hate daliqandin

Di meha Kanûnê de Înîsîyatîfa Edaleta Navneteweyî ya ji bo Kurdan bang li kesê navdar ên ji 30 welatan kiribû ku bila tevlî kampanyaya ‘Bila PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst were derxistin’ bibin.

Heta 13’ê Kanûna 2021’an 1003 kes tevlî kampanyayê bûbûn û îmze dabûn kampanyayê.