Li Hambûrgê tecrîd hate protestokirin, Sînan Dêrsim hate bibîranîn

Li Hambûrgê ciwanên Kurd tecrîda Îmraliyê protesto kirin û Sînan Dêrsim bi bîr anîn.

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê ciwanan ji bo bîranîna Sînan Dêrsim (Dalokay Şanli) yê ku di 27’ê Cotmeha 2020’an de şehîd bûbû çalakiyek kirin. Ciwanan Dêrsim bi bîr anîn û tecrîda Îmraliyê protesto kirin.

Ciwan li Schûlplatzê hatin ba hev û pankartên wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên Sînan Dêrsim li ser bû û alaya PKK’ê li qadeke navendî daliqandi.

Ciwanan gotin “Heta ku êrîşên dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dawî bibe û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, em ê bi ruhê Sînan Dêrsim li qadan bin.”