Li Hambûrgê polîs li pêşiya meşa li dijî dagirkeriyê bûne asteng
Li Hambûrgê, meşa gel a li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi hinceta alên YPG û YPJ'ê hate astengkirin.
Li Hambûrgê, meşa gel a li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi hinceta alên YPG û YPJ'ê hate astengkirin.
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi balafirên şer ku nîvê şevê li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, Kurdistaniyên li Hambûrgê tevî dostên xwe daketin qadan û xwestin bimeşin. Lê belê bi hinceta alên 'YPG û YPJ'ê pêşî li meşê hate girtin.
Girseya gel xwest ji Haûptbahnhof a Hambûrgê ber bi Ganzemark ve bimeşe û pankarta bi nivîsa "Frieden für Rojava ûn Suriye", "Neim zum krieg" hilda.
Polîsên Elman pêşî li girseyê girtin û bi hinceta alên "YPG û YPJ'ê" pêşî li meşê girtin. Girseya gel jî bi dirûşman nerazîbûn nîşanî vê astengiyê da.
Bi navê Meclîsa Gel a Hambûrgê Mûrat Çewlik daxuyanî da û got, "Li dijî dagirkeriyê em ê sibe saet di 14:00 de li ber Haûptbahnhof a Hambûrgê çalakiyê lidar bixin."
Çalakî bi banga ji bo tevlîbûna çalakiyê û qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.