Li Freîbûrgê li dijî tecrîdê kon hate vedan

Li bajarê Elmanya Freîbûrgê li dijî tecrîdê û ji bo piştevaniya bi çalakiyên greva birçîbûnê re kon hate vedan.

Li bajarê Elmanya Freîbûrgê ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya bi çalakiyên greva birçîbûnê re kon hate vedan.

Çalakiya nobetê ya konvedanê li Rathaûsplatzê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Nûda û Meclîsa Gel a Freîbûrgê wê tevahiya rojê saet navbera 13:00’an û 18:00’an de heta sê rojan bidome.

Çalakgeran Leyla Guven û çalakgerên grevên birçîbûnê silav kir.

Li ser navê komîteya çalakiyê bang li Kurdistanî û dosên wan hate kirin ku serdana konê çalakiyê bikin.