Li Fransayê Kurd li hemberî qanûna ewlekariyê daketin kolanan

Li Fransayê roja Şemiyê bi hezaran kes li dijî qanûna ewlekariyê daketin qadan. Kurd jî tevlî çalakiyan bûn.

Li welat li hemberî pêşnûmaya qanûna ewlekariya giştî li gorî sendîkaya SNJ-CGT’ê 200 hezar kes û li gorî Wezareta Karê Navxweyî jî 34 hezar kes daketin qadan.

Polîsan li gelek bajaran şîddet li çalakgeran kirin. Li Parîsê 24 kes, li Lyonê 7 kes û li Nantesê jî 3 kes destgîr kirin.

Li Fransayê wê di demeke nêz de qanûneke li dijî mafên mirovan têkeve meriyetê. Li gorî organîzetorên çalakiyan ne bi tenê kesên sûcdar wê her kes werin qeydkirin. Li gorî vê pêşnûmayê kesên dîmenên hêzên ewlekariyê biweşînin wê salekê cezayê girtîgehê li wan were birîn û 45 hezar eûro ceza li wan were birîn.