Li Frankfûrt û Saarbruckenê çalakiya ji bo kampanya ADGB'ê
Li bajarê Frankfûrt û Saarbruckenê yên Elmanyayê, di çarçoveya pêngava 'Em ê faşîzmê bi hev re hilweşînin' a ADGB'ê çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê Frankfûrt û Saarbruckenê yên Elmanyayê, di çarçoveya pêngava 'Em ê faşîzmê bi hev re hilweşînin' a ADGB'ê çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, bi banga Platforma Piştevaniya Jinê ya Ewropayê, pêkhateyên Frankfûrtê yên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê û Komeleyên Demokratîk ên Frankfûrtê, di çarçoveya kampanya 'Em ê faşîzmê bi hev re hilweşînin' meşek hate lidarxistin.
Di meşê de vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê û zextên li ser HDP'ê hatin şermezarkirin.
Çalakgerên ku li Haûptbahnhof a Frankfûrtê li hev civiyan, heta Qada Haûptwacheyê meşiyan. Di meşê de belavokên hevpar hatin xwendin û dirûşm hatin qîrîn.
Nûnerê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê li qada çalakiyê axivî û got, "Em ê serî li pêkanînên rejîma dîktatoriya faşîst netewînin. Bi hev re em ê têkoşîna xwe mezin bikin."
Nûner anî ziman ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û ragihand, daxwaza tifaqa AKP-MHP'ê ya ji bo girtina HDP'ê israra di polîtîkayên şer de ye.
Çalakî li qada Haûptwacheyê bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê jî di çalakiyê de zextên li ser HDP'ê û vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê hate şermezarkirin.
Bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Saarbruckenê axaftin li qada çalakiyê hate kirin û hate ragihandin ku Elmanya di demên krîtîk de bi hevkariya xwe rejîma faşîst a AKP-MHP'ê li ser piyan dihêle.