Li Exeterê konsera 'piştevaniyê' ya pir zimanî

Navenda Civaka Kurd a Exeter a li Îngilistanê ji bo piştgiriya bi mexdûrên erdheja li Kurdistanê bi beşdariya hunermendên Îngiliz, Swêd, Îtalya û Kurd konsereke piştevaniyê lidar xist.

Konsera Piştevaniyê li Exeter Phoenix Centreyê pêk hat û li gel nivîskar, akademîsyen, hunermend, muzîsyen û karsaz zêdeyî 200 kes tevlî bûn. Di destpêka konserê de akademîsyen Dîlan Khanaka axivî. Khanaka diyar kir ku ji ber erdheja li Kurdistanê êşên giran rû dan lê belê desthilatdariya AKP-MHP'ê gel di binê enqazê de hiştiye. Khanaka ragihand ku erdhejê bandora herî giran li bajarên Kurdistanê kir û destnîşan kir ku Heyva Sor ji roja destpêkê ya erdhejê ve ji bo pêçandina birînên erdhejê hewl dide. Khanaka anî ziman ku Heyva Sor ne tenê ji bo civaka Kurd ji bo civakên li herêmê hemûyan alîkariyê bi rê dike û diyar kir ku pêvajoya pêçandina birînan dewam dike, lewma divê piştevanî jî ji niha û pê ve jî dewam bike.

Khanaka diyar kir ku weke sembolîk wan konser li Newrozê rast anîne û bi pîrozkirina Newrozê her kesên ku beşdarî piştevaniyê bûne silav kir.

HUNERMENDAN JI BO 'PIŞTEVANIYÊ' STRANÊN XWE GOTIN

Piştî axaftinan koma caz a Swêdî The Annika Skough Quarted derkete ser dikê. Hunermendê Kurd Arash Moradî jî ku bi tembûrê tê naskirin, hunera xwe pêşkêş kir û bal kişand ser girîngiya piştevanî û parvekirinê. Piştre koma muzîkê ya Îtalyayê Per La Vita derkete ser dikê û stranên bi Îtalyayî û Portekîzî got. Bang li her kesî kir ku bi rêya Heyva Sor piştgiriyê bike. Hunermendê muzîka akûstîk a Îngiliz John Matthîas jî derkete ser dikê. Matthîas stranên xwe ji bo mexdûrên erdhejê got.

Alîkariya ku li standa piştevaniyê hate komkirin wê bi rêya Heyva Sor ji mexdûrên erdhejê yên li Rojava û Bakurê Kurdistanê re bê şandin.