Li Ewropayê gel li dijî êrîşên dagirkeriyê li qadan e

Li gelek welatên Ewropayê Kurdistanî daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên bi balafirên şer ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Piştî ku Rêveberiya Xweser a Rojava li dijî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk banga 'çalakiya lezgîn' kir, Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan.

DUSSELDORF

Kurdistaniyên li bajarê Dûîsbûrg û Dusseldorfê yên Elmanyayê dimînin, bi bihîstina êrîşê re daketin qadan. Girseya gel alên kesk, sor û zer hildan û dirûşmên "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê", "Bijî berxfwedana gerîla" qîriyan.

DARMSTADT

Yek ji cihên ku çalakiya şermezarkirinê lê hate lidarxistin, bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bû. Bi banga KCDK-E'yê bi dehan Kurdistanî daketin qadan û li ber strasyona trenê li hev kom bûn. Girseya gel kete hundirê stasyonê û dirûşmên "Bijî Rojava", "Rojava bi tenê nîne", "Kujer Erdogan" qîriya.

DORTMÛND

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê jî Kurdistanî ji bo şermezarkirina faşîzma dewleta Tirk daketin qadan.

HAMBÛRG

Li dijî bombardûman dewleta Tirk a faşîst a bi balafirên şer a li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Hambûrgê jî gel dakete qadan. Bi navê girseya gel Emîn Alûç daxuyanî da û diyar kir ku rejîma kujer a AKP-MHP'ê bi zanebûn êrîşî sivîlan dike. Alûç got, "Dewleta Tirk a faşîst îro êrîşî Rojava dike. Ev nayê qebûlkirin. Ev êrîşa dagirkeriyê ji bo tunekirina destketiyên gelê Kurd e. Ji bo xwedîderketina li xak û destketiyên xwe em bang li gelê xwe dikin ku li her derê dakevin qadan. Li her derê xwedî li Rojavayê Kurdistanê derkevin."

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk ên hewayî hatin şermezarkirin. Girseya gel nîvê şevê li ber strasyona trenê li hev civiya û xwedî li Rojava derket. Kurdistaniyan bi bîr xistin ku dewleta Tirk bi 14 balafiran êrîşî Rojava kir û destnîşan kir ku çawa li hemberî gerîla têk çûn wê li Rojava jî têk biçin." Çalakî bi dirûşmên "Bijî Rojava", "Dîktator Erdogan", "Kujer Erdogan" bi dawî bû.

LÛZERN

Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê jî nerazîbûn li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hate nîşandan. Kurdistanî nîvê şevê daketin qadan û meşek lidar xistin. Di çalakiyê de ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin hildan, ji bo teşhîrkirina êrîşê dirûşm hatin qîrîn. Di çalakiyê de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Ercan Guneş daxuyaniyek da û got, "Heta ku êrîş biqedin em ê li qadan bin û xwedî li têkoşîna gerîla derkevin." Ji bo meşa îro ya li Zurîchê jî banga tevlîbûnê hate kirin.

BERN

Li Kantona Bernê ya Swîsreyê jî Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan. Di çalakiyê de ku li ber strasyona Bernê pêk hat alên YPG û KCK'ê hatin hildan. Anarşîstên Swîsreyî jî piştgirî dan çalakiyê. Nûnerê PYD'ê Abbas Omer li çalakiyê axivî û anî ziman ku bêyî piştgiriya navneteweyî dewleta Tirk nikare van êrîşan bike û yekane rêya şikandina êrîşan jî berxwedan e. Hevserokê berê yê KESK'ê Lamî Ozgen piştre axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk mehkûm e ku li hemberî têkoşîna azadiyê ya Kurd winda bike. Piştî axaftinan girseya gel ber bi parlamenta Swîsreyê û dûre jî ber bi stasyona Bernê ve meşiya. Piştî çalakiya rûniştinê ya ji bo 5 deqeyan ji qadê belav bû.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî bi dehan Kurdistanî tevî komên enternasyonalîst li ber Parlamenta Awûstûryayê li hev civiyan û bi dirûşman êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Ji bo çalakiyên îro yên li Viyana, Înnsbrûck û Grazê jî banga tevlîbûnê kirin.