Li Elmanya û Fînlandiya dewleta Tirk hate protestokirin
Li bajarê Hanaû yê Elmanya û bajarê Porvoo yê Fînlandiyayê Kurdistanî û dostên wan ên daketin qadan dagirkeriya Tirk a li ser Rojava protestokirin.
Li bajarê Hanaû yê Elmanya û bajarê Porvoo yê Fînlandiyayê Kurdistanî û dostên wan ên daketin qadan dagirkeriya Tirk a li ser Rojava protestokirin.
HANAÛ
Li bajarê Hanaû yê Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan ên daketin qadan bi mîtîngekekê ya bi tevlîbûna sedan kesî ya li navenda bajar dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin.
PORVOO
Li bajarê Porvoo ê 52 dikeve bakurê rojhilatê paytext Helsînkî ya Fînlandiyayê Kurdistanî û dostên wan dagirkerî û qirkirina dewleta Tirk a li ser Rojava protetokirin.
Li gorî nûçeya di Ajansa Nûçeyan a Fînlandiya Yle de hate parvekirin, çalkavan ji Fînlandiya ya ku serokwezîrtiya demê ya Yekîtiya Ewropayê dikir, ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk daxwaza ketina tevgerê kiriye.
Çalakvanan di axaftinên li navenda bajar kirine, daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kiriye ku firotina çekan bi temamî ji bo Tirkiyeyê bide sekinandin, ambargo dane li ser tirkiyeyê û firîna balafirên şer li esmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine.
Fînlandiyên u ji Yle re axivîn daxwaz kiriye ku dawî li êrîşên dewleta Tirk li ser Rojava bê anîn û Tirkiye bê boykotkirin.