Li Dusseldorfê peyama ‘Li dijî faşîzmê yekitî’ dan

Di çarçoveya kampanyaya “Em ê faşîzmê bi hev re birûxînin” ku Yekitiya Hêza Demokratîk a Ewropayê dayî destpêkirin de, li tevahiya Ewropayê çalakî tê lidarxistin. Li Dusseldorfê jî çalakiyek hate lidarxistin.

Meşê saet di 15:30’an de li ber DGB Haûsê dest pê kir. Piştî meşa hetanî Cornelîûs Platzê mitîngek hate lidarxistin. Di meş û mitîngê de gefên girtinê yên li dijî HDP’ê, operasyonên qirkirina siyasî û vekişîna Tirkiyê ya ji Peymana Stenbolê hate protestokirin.

Bi pankartên hilgirtîn û dirûşmeyên di çalakiyê de hatîn berzkirin, peyama “Li dijî pêkanînên faşîzan ên dewleta Tirk têkoşînê mezin bikin” dan.

Hevserokê FED-MED’ê Engîn Sever diyar kir ku dewleta Tirk ev bi salan e di serî de êrişî Kurd û hemû hêzên demokratîk dike û got, “Li ser Rêber Apo tecrîdek mezin tê birêvebirin. Bi van êrîşan dixwazin têkoşîna azadiyê ya jinan û gelen biqedînin. Ji bo vê bi deh hezaran jin hatin destgîrkirin û êşkencekirin. Lê gelê me û hêzên berxwedêr li ser lingan e û wê vê têkoşînê heta serkeftinê bidomînin.”

Li ser navê Yekitiya Hêza Demokratîk Çîgdem Devran jî got, “Faşîzm me baş nas dike, lê dizane ku em jî wê baş nas dikin. Em teslîmî wê nabîn, baş dizane ku em qet li beramberî wan çok danaynin.”

Berdevka Ciwanên Federal Dîe Lînke ya Elmanya Jan Schîffer jî got, “Em ê ji bo demokrasî û gelan li gel HDP’ê di nava piştevaniyê de bin.”

Parlementera Dîe Lînke a Parlementoya Ewropayê Ozlem Demîrel jî tevlî meşê bû û cihê xwe di nava piştevaniyê de girt.