Li Dragûînanê şehîd hatin bîranîn

Li bajarê Dragûînanê yê Fransayê şehîd hatin bîranîn.

Bibîranîn li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Dragûînanê hate lidarxistin. Di çalakiyê de şehîd Mîras Arî, Haldûn Altay, Aycan Kolû, Seran Serhat, Serhat Goksû hatin bîranîn.

Li eywana bîranînê posterên kadroyên pêşeng ên PKK’ê û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Malbatên şehîdan di axaftinên xwe de gotin “Bila serê Rêber Apo û yên gelê Kurd sax be. Em li ser rêya wan têkoşîna xwe didomînin.”

Di bîranînê de sînevîzyona li ser şehîdan jî hate nîşandan.