Li dijî qedexeya PKK’ê 7 hezar îmze berhev kir

Welatparêzê Kurd Îsmet Tîmûrturkan ku li Lîmasolê dijî, ji bo PKK ji lîsteya “rêxistinên terorê” bê derxistin 7 hezar îmze berhev kir.

Kampanya ku ji bo PKK ji “lîsteya rêxistinên terorê” bê derxistin hatiye destpêkirin li hemû qadên Kibrisê didome.

Welatparêzê Kurd Îsmaîl Tîmûrturkan ê li Lîmosalê dijî, ji bo kampanyaya ku bêriya 3 meha li Kibrisê hatiye dest pê kirin, bi tena serê xwe 7 hezar îmze berhev kir.

Tîmûrturkan ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji dayîk bû, bavê 7 zarokan e û 18 sal berê ji ber zext û êşkenceyên dewleta Tirk a faşîst sirgûnî Kibrisê bû.

Tîmûrtûrkan ku nexweşê pençeşêra kezebê ye, li Ingîltereyê benda neqlê ye. Her çiqas ji ber nexweşiya xwe bi awayekî çalak di xebatan de cîh nagre jî, di nexweşxane, qadên bazarê, qadên karsazî, navendên kirîn û firotinê, û kolanan zêdeyî 7 hezar îmze berhev kir.

‘ROJ ROJA XWEDÎDERKETINA RÛMETÊ YE

Tîmûrtûrkan diyar kir ku armanca wî ev e 10 hezar îmzeyan berhev bike û wiha got: “Di pêvajoya dawî de gelê me bi êrîşekî qirkirinê ya topyekûn re rû bi rû ye. Yekane hêza ku li dijî êrîşa qirkirinê li ber xwe dide hêzên PKK’ê ye. Divê hemû cîhan vê yekê bibîne. Ez weke welatparêzek Kurd min nikarîbû ku xwe di vê pêvajoyê de paş bigrim. Niha ji bo têkoşîna ciwanên me ên ku ji bo me di çiyayên Kurdistanê canê xwe feda dikin, karê min ê dawî ye ku ez li tendûrîstiya xwe bifikirim. Divê erk û berpirsiyariya bingehîn a her Kurdekî birûmet ji bo mezinkirina têkoşîna ciwanên ku ji bo gelê xwe li dijî hêzên dagirker, faşîst û qirker bi berxwedana xwe ya destanî dîrokê dinivîsin, bibe.”

Tîmûrtûrkan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK şerê heqîqetê dikin û got: “Roj ne roja mayîna li malê û fikirîna aborî ye. Roj roja xwedîderketina namûs û rûmeta xwe ye.”