Li Darmstadtê şehîd hatin bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê Mehmet Ozgur Oflaz (Şevger Çiya)ê ku di 28’ê Tîrmehê de li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê şehîd bûbû, ew û hevalên wî li Darmstadtê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

28’ê Tîrmehê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk ya li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê de gerîlayê HPG’ê Mehmet Ozgur Oflaz (Şevger Çiya) û du gerîlayên din şehîd bûbûn. Oflaz û du gerîlayên HPG’ê li bajarê Darmstadt yê Elmanyayê hatin bibîranîn.

Merasîma bibîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate lidarxistin. Siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz û bavê şehîd Şevger Yûnûs Oflaz di merasîmê de axivîn.

Nêzî 300 kes beşdarî merasîmê bûn û merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.