Li Cenevre û Bernê Qirkirina Êzidiyan hat bîranîn

Li ber Ofîsa NY’ê ya li bajarê Cenevreyê ya Swîsreyê ku zêdeyî sal û nîve bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê tê birêvebirin. Di çalakiya vê hefteyê de û li Bernê qurbaniyên Qirkirina Êzidiyan hatin bîranîn.

Li bajarên Cenevre û Bernê yên Swîsreyê, qurbaniyên Fermana Êzidiyan hatin bîranîn.

CENEVRE

Di çalakiya rûniştinê de ji bo bîranîna qurbaniyên Qirkirina Êzidiyan a ku 3’ê Tebaxa 2014’an ji aliyê çeteyan DAÎŞ’ê hatibû kirin û Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Di çalakiya ku her roja Çarşemiyê tê kirin de, vê hefteyê li ser navê Navenda Civaka Kurd Berfîn Saglam daxuyaniya bi zimanê Fransî hat xwendin.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Mulkiye Aşirbaev jî, bang li NY’ê kir ku Qirkirina Êzidî û statuya xweser a Şengalê nas bike.

Aşirbaev bal kişand li ser pêvajoya Qirkirinê û wiha got: “Hemû cîhanê çav û guhê xwe ji qirkirina ku li Şengalê pêk hatî girt, lê PKK’ê gerîlayên PKK’ê gihiştin wir. Tenê PKK’ê li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê têkoşîn kir. NY a ku ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj, naxwaze vê rastiyê bibîne û divê dewletên Rojavayî jî vê komkujiyê nas bikin û Şengalê bigihînin statuya wê.”

Piştî axaftinên hatin kirin, çalakvanan bêdengiya NY’ê protesto kir û bi dirûşmeyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

BERN

LI DÊREK A BERNÊ AYÎN HAT KIRIN

Li dêra Heiliggeiskirche ya li bajarê Bernê ji aliyê Navenda Civaka Kurd, Civaka Êzidiyên Swîsreyê, Feda û Civaka Sûriyeyê ya Swîsreyê, meresimek a bibîranînê hat çêkirin.

Piştî axaftina keşeyê dêrê ayîn hat kirin, di ayînê de qurbaniyên fermana Şengalê hatin bibîranîn.

Daxuyaniya hevpar a saziyan ji aliyê Songul Çelîk ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Em wek baweriyên Mezopotamyayê, ji bo xwişkên me yên di destên cîhadîstên îslamîst ên neyarên mirovahiyê ne de, destê me li ser wijdanê me, dilê me ne rehet e.

Gelê qedîm ê Mezopotamyayê Êzidî, ji berê de tên qetilkirin û rû bi rûyê zext û pêkutiyê dibin. Rîtuelên xwe tu car bi azadî nekirine û tim hatine bişaftin û qetilkirin.

(…) Ji bo carek a din fermana gelê Êzidî yê mazlûm neyê rakirin divê derfeta jiyana bi azadî ya xweser a wan pêk were. (…) Daxwaza me ji pêşengên ol û baweriyên qedîm ew e ku ji bo parastina baweriya gelê Êzidî, jiyana bi ewlehî ya li ser axa xwe, piştevanî û piştgiriya xwe kêm nekin û em bawer dikin ew ê li cihên xwe yên baweriyê 3’yê Tebaxa 2014’an ji bo hemû xwişk û birayên me yên di fermana  Êzidiyan de jiyana xwe ji dest dane, dia bikin.”