Li Brukselê jinan ji bo 25'ê Mijdarê pankart daliqandin
Bi wesîleya roja 25’ê Mijdarê Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, jinên SKB û meclîsa jinan a Şehîd Bêrîtan a Brukselê, li Brukselê pankart daliqandin.
Bi wesîleya roja 25’ê Mijdarê Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, jinên SKB û meclîsa jinan a Şehîd Bêrîtan a Brukselê, li Brukselê pankart daliqandin.
Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) û Meclîsa Jinan a Brukselê bi wesîleya 25’ê Mijdarê pankart daliqandin.
Li ber Seraya Edaletê ya li Brukselê, pankart û dowîzên bi nivîsa “Ji tundiya li dijî jinê re na”, “Feraseta mêran jinan qetil dike” û “Jin, Jiyan, Azadî” li qad û tunela navendî hatin daliqandin.