Li Brukselê çalakiya li dijî faşîzmê

Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye li dijî faşîzmê çalakiyek hate kirin.

Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê li pêşiya Gare Central a Brukselê hatin ba hev û di çarçoveya kampanyaya ‘Em ê bi hev re faşîzmê birûxînin’ çalakiyek li dar xistin.

Çalakî ji aliyê HBDH, Partîzan, TKP-ML, Aveg-Kon û NAV-BEL’ê hate organîzekirin.

Ziya Ûlûsoy li ser navê AveG-Konê axivî û diyar kri ku divê piştgiriya HDP’ê were kirin.

Li ser navê Partîzanê jî Abbas Yoldaş diyar kir heta ku faşîzm bi dawî bibe, wê têkoşîna wan bidome.

Di çalakiyê de sloganên ‘HDP gel e, gel li vir e’ hate berzkirin.