Li Borlangeyê şehîd hate bibîranîn

Li bajarê Borlange yê Swêdê Sînan Dêrsim (Dalokay Şanli) û şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn.

Li bajarê Borlange yê Swêdê Sînan Dêrsim (Dalokay Şanli) û şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn.

Cemşîd Serhat di bibîranînê de axivî û diyar kir ku bi saya şehîdan hebûn û têkoşîna gelê Kurd hatiye parastin û got “Wan mîrateyeke gelekî giran û berpirsyariyeke mezin ji me re hiştin. Divê em xwedî lê derketin û têkoşîna xwe geştir bikin. Îro li çiyayên Kurdistanê şerekî mezin heye. Gerîlayên me tola şehîdên me distînin. Ruhê şehîdê me a niha li wir li dijî dijminan şer dike. Divê em bi wî ruhî çalakiyan bidomînin.”

Di bibîranînê de sînevîzyona li ser Sînan Dêrsim hate nîşandan û bîranîn bi sloganên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.