Li Bordeaûxê ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin, îmze hatin komkirin
Li bajarê Bordeaûxê ya Fransayê ji bo ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin, îmze hatin komkirin.
Li bajarê Bordeaûxê ya Fransayê ji bo ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin, îmze hatin komkirin.
Ji bo ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ ya Yekîtiya Ewropayê û DYE were derxistin, di asta global de kampanyayek hatibû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li bajarê Bordeaûxê kon hate vedan.
Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û îmze hatin komkirin.
Li Fransa û gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyên wisa bi hefteyan e ‘lîsteya terorê’ tê protestokirin.