Li Bernê ji bo PKK’ê îmze hatin berhevkirin
Li bajarê Bernê ji bo navê PKK’ê ji lîsteyên qedexekirî were derxistin stand hat danîn û gelek îmze hatin berhevkirin.
Li bajarê Bernê ji bo navê PKK’ê ji lîsteyên qedexekirî were derxistin stand hat danîn û gelek îmze hatin berhevkirin.
Kampanyaya îmzeyan a ji bo navê PKK’ê ji lîsteyên qedexekirî were derxistin berdewam dike. Li bajarê Bern ê Swîsreyê standa îmzeyan hate danîn û gelek îmze hatin berhevkirin. Standa îmzeyan bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û KCK’ê hate xemilandin.
Gelek kesan serdana standa îmzeyan kir. Li vir li ser navê çalakgerên standê Saadet Kûran axivî û got ku gelê Kurd di serdemek dîrokî û krîtîk de derbas dibe. Kûran anî ziman ku divê her kes tev li têkoşînê bibe û bi berxwedana bê hempa ya gerîlayan re bibe yek.
Kûran bilêv kir ku civaka Swîsre eleqeyek mezin nîşanî kampanyayê dide û wê bi tena serê xwe hezar û sed îmze berhev kiriye.
Tê payîn ku di heftiyên pêş de jî standa îmzeyan bê danîn.