Li Berlîn û Parîsê, çalakiyên ‘erdhej na, dewlet dikuje’

Dewleta Tirk ku bi pratîka xwe ya piştî erdhejê, rê li ber mirina mirovan vekir, li Berlîn û Parîsê hat protestokirin.

Bi armanca protestokirina dewleta Tirk ku di erdheja Mereşê de xelk terkê mirinê kir û hewil dide ji erdhejê rantê bi dest bixe, li Berlîna paytexta Elmanyayê û banliyoya Mantes li Jolîe ya Parîsa paytexta Fransayê, çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

BERLÎN

Kurdistanî û dostên xwe ku bi banga Nav-Berlîn û Meclîsa Jinan a Dest-Dan’ê li Alexanderplatzê li hev civiyan, ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, rêz girt.

Siyasetmedarê Kurd Huseyîn Yilmaz, axivî. Yilmaz, spasiya HDP’ê û der û dorên çepgir û sosyalîst kir ku piştî erdhejê bi xelkê re bûne piştevan û wiha axivî: “Em, silav û rêz pêşkêşî her kesî dikin ku ji bo Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyê berhev dikin. Xelk û saziyên me ku li Ewropayê dixwazin bi mexdûrên erdhejê re bibin piştevan, dikarin bi rêya Heyva Sor bibin alîkar.“ 

Huseyîn Yilmaz diyar kir ku KCK, bi berpirsyarî rabûye û agirbest ragihandiye lê dewleta Tirk hêj jî bêyî sekin êrîş dike. Aktîvîsta Meclîsa Dest-Dan’ê Sûsanne Roslîng jî got: “Em li vir in, 6’ê Sibatê bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest da. Zanyaran li dijî erdhejê hişyarî kirin. Lê dewleta Tirk, li şûna hişyariyên erdhejê razemenî li şer kir.“

PARÎS

Li banliyoya Mantes-la-Jolîe ya Parîsa paytexta Fransayê, helwesta nemirovî ya dewleta Tirk a piştî erdheja li Kurdistanê, hat şermezarkirin.

Îşaret pê hat kirin ku li herêmên erdhej lê rabûye, ji ber ku bi piranî Kurd û Elewî dijîn, helwesteke qirker hatiye nîşandan, li dijî alîkariya gel ku xemsar tevnegeriyaye, cardin feraseta qeyûm xistine dewreyê.

Di dawiya daxuyaniyê de, hat gotin ku alîkariya ku wê li Ewropayê bê berhevkirin, di bin banê Heyva Sor a Kurdistanê de ji herêmê re bê şandin, çêtir e.