Li Berlin, Den Haag û Osloyê bîranîna şehîdên meha Cotmehê

Şehîdên meha Cotmehê yên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li Berlin, Den Haag û Osloyê hatin bîranîn.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, ji bo bîranîna şehîdên meha Cotmehê gelek kes li hev kom bûn. Berdevkê Komîteya Malbatên Şehîdan a Hollandayê Metîn Yuce li merasîmê axivî û bal kişand ser girîngiya dilsozî û xwedîderketina li şehîdan.

Aktîvîst Zeynep Xelal Bafe jî berxwedana Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bi bîr xist û anî ziman ku îro jî şopdarên Bêrîtan li dijî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk li ber xwe didin.

Di civîna bîranînê de sînevîzyonek li ser şehîdên meha Cotmehê hate nîşandan.

OSLO

Şehîdên meha Cotmehê li bajarê Oslo yê Norwêcê bi pêşengiya Însiyatîfa Jinê ya Norwêcê hatin bîranîn.

Nûnera însiyatîfê Bêrîtan, Sarya, Ronahî, Şukru Serhed û gerîlayên di êrişên kîmyewî de şehîd bûn bi bîr anî. Di civîna bîranînê de fîlmê Bêrîtan jî hate nîşandan.

BERLÎN

Meclîsa Jinê ya Dest-Dan a li Berlînê jî şehîdên meha Cotmehê yên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi bîr anî.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, sînevîzyonek hate nîşandan û nameya Andrea Wolf (Ronahî) û rojnivîska gerîla Selma Dogan (Zinarîn) hatin xwendin.

Piştî nîşandana sînevîzyonê bi navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Meclîsa Nav-Berlinê Huseyîn Guneş axivî û diyar kir ku wê bi têkoşîna şehîdan re bin.