Li Başûrê Fransayê esnafan li dijî êrîşên kîmyewî dikanên xwe venekirin

Bi wesîleya Roja Grevê ya li Dijî Çekên Kîmyewî Kurdan û dostên wan dikanên xwe venekirin.

Li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F), Meclîsa Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) 12’ê Mijdarê Roja Greva li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî hatibû îlankirin. Li başûrê Fransayê esnafan ji ber Roja Greva li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî dikanên xwe venekirin.

Li Meydana Canebiere ya Marsîlyayê ya li başûrê Fransayê, li dijî êrîşên çekên kîmyewî yên artêşa Tirk a dagirker ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, hemû esnafên Kurd û dostên wan ên li bajêr pankart li dikanên xwe daliqandin û bi armanca şermezarkirina sûcên şer, dikanên xwe venekirin.

Kurdistanî û dostên wan bi boneya ‘Roja Grevê’ ya ku li tevahiya Başûrê Fransayê ji bo boykotkirina kar û baran hat lidarxistin, ji bo meşê çûn qada Canebiereyê.