Li bajarê Saarbruckenê standa îmzeyan

Li bajarê Saarbruckenê ji bo PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin îmze hatin komkirin.

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, Meclîsa Jinan û Meclîsa Herêmê di çarçoveya kampanyaya ji bo PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin, stand hate vekirin. Di standê de wêne û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û TAJE û TJK-E hatin daliqandin.

Stand bi taybetî ji aliyê ciwanan ve rastî eleqeyek mezin hat û gelek îmze hatin komkirin.

Di çalakiya standê de dirûşmeyên “PKK gel e, gel li vire“ û “Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin.

Her wiha di çalakiya standê de peyamên “PKK’ê dawiya DAIŞ hovane anî“ hate dayîn.