Li Aachenê ewilê nîjatperestan paşê jî polîsan êrîşî Meşa Dirêj kirin

Di roja dawî ya Meşa Dirêj a ciwanên Kurd bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, polîsên Elman û nîjatperestan êrîş kirin.

Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Têkoşer (TCŞ-TEKO-JIN) Meşa Dirêj a bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Kolnê heta Aachenê dabû destpêkirin, îro bi dawî bû.

Meşa Dirêj a li Ewropayê weke kevneşopiyekê her sal bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, îsal bi dirûşma ‘Dest bidin dest, mil bi mil; werin cenga azadiyê’ di roja dawî de ewilê nîjatperestên Tirk êrîş kirin. Di êrîşê de ciwanek birîndar bû. Aktivîstê birîndar bû piştî mudaxeleya lezgîn paşê rakirin nexweşxaneyê.

POLÎSAN ÊRÎŞÎ CIWANAN KIR NE NÎJATPERESTAN

Girseya ku nerazîbûn nîşanî polîsan da ku dema êrîşê ti mudaxeleyek nekirin, li pêşiya Elîsen Galerîe rê girtin û çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Di vê navê de bê navber dirûşmên ‘PKK’ û ‘Bijî Serok Apo’ qîr kirin. Polîsan bi hinceta ev dirûşim qedexe ne, êrîş bire ser ciwanên di nava çalakiyê de. Aktivîstek ê TCŞ destgîr kirin.

Bendewariya girseyê didome.