Li Îtalyayê meşvanên meşa dirêj li Parmayê bûn

Kurdistanî wê li Parmayê bi serokê şaredariyê civiyan û têkildarî tecrîdê dosya pêşkêş kirin.

Bi armanca balkişandina li ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja 20’ê Gulanê li bajarê Mîlano yê Îtalyayê Kurdistaniyan meşa dirêj dabûn destpê kirin, meş duh bidawî bûbû. Meşvan îro li Parmayê lihev kombûn û beşdarî civînekê bûn.

Duh piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bidawî bûbûn. Meşvanên meşa dirêj jî duh dawî li çalakiya xwe anîbûn. Meşvan îro li bajarê Parma bi serokê şaredariyê re civiyan û têkildarî tecrîdê dosyayek pêşkêş kirin.

Serokê şaredariyê di civînê de Komîteya Kurd bi germî pêşwazî kir û got beşek ji  bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin, dişopîne û diyar kir ku divê bi teqez pirsgirêka gelê Kurd were çareser kirin.

Li ser navê Komîteya Kurd jî axaftin hate kirin û hate gotin ku di encama pêkanînên dij hiqûqî yên dewleta Tirk de 8 sal in tecrîdek giran li ser Ocalan tê kirin.

Li aliyê din hate gotin ku di şexsê Leya Guven de, di encama grevên birçîbûn û rojiya mirinê de tecrîd hate şkandin û ji bo were derbas kirin pêdivî bi desteka bihêz a navnetewî heye.

Kurdistaniyan piştre dosyayek ji bo gihandina walitiyê radestî sekreteryayê kirin.