Li 5 navendên Swîsreyê çalakiyên li dijî faşîzmê

Di çarçoveya çalakiyên Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) yên bi dirûşma “Em ê bi hev re faşîzmê birûxînin” ku 10’ê Nîsanê ji bo 6 mehan hatiye destpêkirin, li bajarên Bern, Basel, Zurîh, Cenevre û St Gallen ên Swîsreyê çalakî lidar xistin.

Di çalakiyên ku ji aliyê Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) ve tê lidarxistin de, girtina HDP’ê, vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê, zextên li ser Zanîngeha Bogazîçî û saziyên şoreşgerî û êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê Kurt tên kirin, banga têkoşînkirina hevpar a li dijî polîtîkayên fşîzan ên der qanûnî kirin.

BERN

Çalakiya li bajarê Bernê hatî lidarxistin, ADGB Swîsre, gelek kesên Swîsreyî, Tirk û Kurdistanî jî piştgirî dan.

Li Helvetîaplatzê bi alên HDP’ê û pankartan êrîşên li dijî HDP’ê hatin protesto kirin.

Di çalakiyê de axaftvanan peyamek hevpar dan û gotin: “Em ê li dijî êrîşên faşîzan, paşeverû û zextker ên desthilatên li tevahiya cihanê em weke ji her erdnîgariyê, hemû gelên bindest, kedkar bi hev re bibin bersiv.”

Piştî axaftinan çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

ST GALLEN

Çalakiyek din a ADGB’ê li bajarê St Gallenê bû.

Çalakiya Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Swîsreyê ku ji her saziyên şoreşger tevlî wê bûye li Bahnhofplatzê hate lidarxistin. Di tevahiya çalakiyê de bi Elmanî belavok hate xwendin.

Di axaftinan de teqez kirin ku tenê têkoşîna hevpar dikare faşîzmê birûxîne.

Çalakî piştî xwendina belavoka ADGB’ê ya têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê hatî xwendin, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

CENEVRE

Li bajarê Cenevreyê jî li ber Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtin destpê kirî de, banga mezinkirina têkoşîna ADGB’ê ya li dijî faşîzmê kirin.

Çalakiya ku belavokên bi Fransî hatî xwendin, bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Bi heman armancê li bajarên Basel û Zurîhê, derdorên demokrasî yên bersiva banga ADGB’ê dayîn, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê daketin qadan.