Kurdên li Rûsyayê êrîşên dagirker şermezar kirin

Saziyên ku nûnertiya Kurdên li Civakên Dewletên Serbixwe û Rûsyayê dikin, bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Saziyên ku nûnertiya Kurdên li Civakên Dewletên Serbixwe û Rûsyayê dikin, Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd a Navneteweyî, Tevgera Jinên Kurd ên Navneteweyî û Rêxistina Êzdîxanê, bi daxuyaniyekî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezarkirin.

Di daxuyaniya de diyar kirin ku di encama êrîşên hovane de gelek sivîl û şervanên azadiyê şehîd û birîndar bûne.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye: “Dewleta Tirk a dagirker şeva 20’ê Mijdarê bi balafirên şer êrişê Rojava û Başurê Kurdistanê kir. Di encama van êrîşên hovane de gelek sivîl û şervanên azadiyê şehîd û birîndar bûne. Ev êriş di demekî welê de pêk hat ku di asta cîhanê de çarenusa gelê Kurd tê niqaşkirin û gelê Kurd bi pêşengtiya jina Kurd li hemberî tarîtiya kevneşopiya Rojhilata Navîn radibe û parazvanê ronahiya mirovahiyê dike. Her wiha li Kobanê jî çeteyên hov ên DAÎŞ’ê û xwediyê wê faşîsta Tirk hate têk birin. 
Êrişê vê şevê, plan dikir ku komkujiya Kurdan temam bike. Bêdengiya hêzên cîhanî nîşan dide ku hevkariya dewleta Tirk a dagirker dikin. Ji ber vê di sala 1988’an de li Helepçe îro jî li çiyayên Zap, Avaşînê çekên kîmyewî tên bikaranîn û hêzên cîhanî weke sala 1988’an îro jî bêdenge. 

Em saziyên gelê Kurd li Rûsya û Civakên Dewletên Serbixwe van êrişên hovane bi tundî şermezardikin û em vê bîr û baweriyê dene ku ti êrişên hovane wê nikaribe vîna gelê me û hêza azadiyê bişkîne. Gelê Kurd meşa azadiyê bi xwînê av dide, xwîn jî jan dide, bîr û bawerî dide. Em vê bîr û baweriya berxwedana gelê xwe yên li Rojava û Başûr û li çiyayên welatê xwe silav dikin.”