Kurdên li Kasselê dest bi greva birçîbûnê dikin

Kurdên ku li bajarê Kasselê yê Elmanyayê li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê dikin.

Kurdên ku li bajarê Kasselê yê Elmanyayê dijîn ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya berxwedana Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dikin. Çalakî ew ê li Navenda Civakî ya Demokratîk a Kurdistanê ya li Kasselê were lidarxistin û tê payîn ku gelek Kurd û dostên wan ew ê tevlî çalakiyê bibin.

Komîteya Amadekar a Greva Birçîbûnê bang li Kurdên li Kassel û derdora wê kirin ku bila tevlî çalakiyê bibin.