Kurdan û dostên wan ên Danîmarkî bi hezaran name şandin ji Neteweyên Yekbûyî re

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Danîmarkayê bi hezaran name ji Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re hate şandin.

Koma Xebata Kurdan û Efrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayên Efrîkaya Başûr (COSATÛ) kampanyaya nameyan dabûn destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de ji her derê name ji Sekteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re tê şandin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Danîmarkayê bi hezaran name ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûteres re hate şandin.

Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Danîmarkayê û Meclîsa Jinan a Sêvê, bi alîkariya hemû komîsyonên xwe 3 hezar û 92 name bi rêya posteyê ji Neteweyên Yekbûyî re şandin.

Ji xeynî nameyên bi posteyê kesên ji ber şewbê nekarîn ji malên xwe derkevin jî bi e-maîlan name şandin. Li gorî organîzatoran herî kêm 568 name bi rêya e-maîlê ji NY re hatiye şandin.

Organîzetoran diyar kirin ew ê çalakiya şandina nameyan bidomînin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga çalakbûn û berpirsyariyê li hemû kesan kirin.