Kurd li bajarên Fransayê li dijî êrîşan li qadan e

Li gelek bajarên Fransayê Kurdistanî daketin qadan û bi gotina "Ji Rojava bicehime" dewleta Tirk şermezar kirin.

Li banliyoyên paytexta Fransa Parîsê û li bajarên Mantes la Jolîe, Lorîent, Reîms û Rennesê Kurdistanî daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên bi balafirên şer ên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

LORÎENT

Bombardûmanan balafirên şer ên dewleta Tirk ên li ser herêmên Kobanê, Dêrik, Şehba û Zirganê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji aliyê ciwanên Kurd ve li bajarê Lorîentê hate şermezarkirin. Ciwanan li dijî terora dewleta Tirk dirûşm qîriyan û bang li her kesî kirin ku dakevin qadan.

DRANCY

Bi banga KCDK-E'yê ya ji bo çalakiyên lezgîn li banliyoya Drancy a bajarê Parîs ê Fransayê, Kurdistanî li hev civiyan û pankarta "Nebin hevparê êrîşên Tirkiyeyê" hildan. Girseya gel bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana gerîla" dest bi meşê kir. Piştre li ber avahiya şaredariya Dancy çalakiya rûniştinê lidar xistin.

MANTES LA JOLÎE

Li Mantes la Jolîe jî Kurdistanî li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan û bi alên YPG û YPJ'ê ber bi gar a Mantes la Jolîe ve meşiyan. Di meşê de ji bo xwedîderketina li Rojava bang hate kirin.

EVRY/GRÎGNY

Li banliyoya Evry a paytext Parîsê Kurdistanî li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan û li dijî êrîşên dagirkeriyê dirûşm qîriyan. Çalakger heta gar a Grîgny meşiyan.

REÎMS

Li Reîmsê Kurdistanî li ber komeleya Arîn Mîrkan li hev kom bûn û ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser qadên Rojava û gerîla, ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Di çalakiyê de dirûşma "Terorîst Erdogan" hate qîrîn.

RENNES

Li bajarê Rennesê jî Kurdistanî bi alên PKK, YPG û YPJ'ê ber bi gar a Rennesê ve meşiyan û dest bi nobedê kirin. Her wiha bang li Kurdistaniyan hemûyan kirin ku xwedî li Rojava derkevin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana gerîla" hatin qîrîn.

CREÎL

Kurdistaniyên li Creîlê jî li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev kom bûn û pankarta "Dewleta Tirk a kujer ji Rojava bicehime" hildan. Kurdistanî bi dirûşmên "Kujer Erdogan" û "Bijî berxwedana Rojava" ber bi gar a Creîlê meşiyan.