Kongreya 1'emîn a Rêxistina Ewropayê ya PJAK'ê pêk hat

Rêxistina Ewropayê ya PJAK’ê kongreya xwe ya yekemîn bi beşdariya delegeyên ji tevahiya Ewropayê pêk anî.

Rêxistina Ewropayê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) kongreya xwe ya yekemîn di navbera 3 û 5’ê Hezîranê de li Swêdê pêk anî.

Kongre bi dirûşma “Xwe bi rêxistin bikin, neteweya demokratîk ava bikin, Rêber Apo azad bikin û Kurdistanê rizgar bikin” hate lidarxistin.

Ji rêxistinên PJAK û KJAR’ê yên li Swêd, Fînlandiya, Norwêc, Elmanya, Belçîka, Hollanda, Îngilistan, Spanya û gelek welatên din ên Ewropayê zêdeyî 100 delege beşdarî kongreyê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên Kurdistanê û hilbijartina dîwana kongreyê, Hevserokê PJAK'ê Siyamend Moînî destpêkê axivî.

'ÎRAN LI BER TEQÎNÊ YE; RÊXISTINIYEKE XURT PÊWÎST E'

Moînî bal kişand ser girîngiya xurtkirina rêxistiniyê û têkildarî rewşa heyî ya gelê Kurd û gelên Îranî got, "Rejîma Îranê hewl dide civakê û xwezaya welêt bixe nava qeyranke mezin. Ji ber van siyasetan, niha Îran li ber teqîneke mezin e."

Ji bo çareseriya pirsgirêkên li Îranê jî Moînî pêwîstiya bi rêxistiniyeke baş destnîşan kir û xwest, ku kongreya yekemîn a PJAK'ê ya Ewropayê jî bibe sedemek ji bo vê rêxistiniyê.

'HELWESTA PJAK Û KODARÊ YA JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ HÊJA YE'

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs jî hewldanên PJAK û KODAR'ê yên ji bo yekîtiya gelê Kurd bi bîr xist û got, "Di demekê de ku gelê me di pêvajoyeke hestiyar û dîrokî de ye, bendewariya me ji PJAK û KODAR'ê ew e ku vê helwesta xwe ya bi rûmet a ji bo yekîtiya gelê me biparêzin û bi xurtkirina rêxistiniya xwe bersivê bidin pêvajoyê."

Endamê Meclîsa PJAK'ê Ebdûlrehman Hecî Ehmedî jî anî ziman ku êdî kes nikare rol û mîsyona PJAK'ê ji nedîtî ve bê, ji ber ku li tevahiya goristanên li Kurdistanê bi sedan şehîdên ji Rojhilatê Kurdistanê hene.

Hecî Ehmedî destnîşan kir ku kes nikare vê înkar bike û ev yek jî nîşaneya yekîtiya gelê Kurd e.

Hecî Ehmedî erk û rola jinên Kurd a ji bo rizgariya Kurdistanê jî bi bîr xist û got, "Jinên Kurd bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan niha pêşengiyê ji jinên cîhanê re dikin. Bûne çavkaniya hêvî û baweriyê ye."

Piştî axaftinan nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Rojhilatê Kurdistanê hatin xwendin.

Her wiha PYD, Saziya Girtiyên Siyasî yên li Îranê peyam dan kongreyê û Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç jî li kongreyê axivî.

MECLÎSA JI 14 KESAN HATE HILBIJARTIN

Di roja duyemîn a kongreyê de rapora li ser karê rêxistina PJAK-KJAR a li Ewrpoayê hate xwendin û hate nirxandin.

Piştî van nirxandinan di roja sêyemîn a kongreyê de jî plansaziya kar hate kirin û bi taybetî işaret bi girîngiya dîplomasiyê hate kirin.

Di dawiya kongreyê de ku gelek biryar hatin standin, meclîsek ji 14 kesan hate hilbijartin. Meclîs ji 7 jin û 7 mêran pêk tê.