KON-MED: 1'ê Gulanê nîşaneya ruhê piştevaniyê yê gelan e

KON-MED'ê li ser 1'ê Gulanê daxuyanî da û diyar kir ku 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran wê li tevahiya eyaletên Elmanyayê bê pîrozkirin. Ji bo van pîrozbahiyan jî banga tevlîbûnê kir.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) daxuyaniyek nivîskî weşand û 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de işaret bi şerê dewleta Tirk a dagirker ê li dijî Kurdan hate kirin û hate ragihandin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ji aliyê aborî-siyasî ve tengav bûye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di destê faşîzma AKP-MHP'ê de ji bilî zordariyê tiştek nemaye. Bi navê KON-MED'ê em bang li kedkarên li Kurdistan û Rojhilata Navîn dikin, bang li jinan, ciwanan dikin ku bi ruhê 1'ê Gulanê xwedî li vê pêvajoya nû ya têkoşînê derkevin, bi ruhê yekîtî û berxwedanê di avakirina jiyana azad û demokratîk de beşdarî refên têkoşînê bibin. Ji bo têkoşîneke bi vî rengî jî pêwîstî bi rêxistiniyeke xurt heye."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li dijî feraseta sîstemê ya ji bo parçekirin û rêvebirina gelan, divê 1'ê Gulanê ya îsal bibe nîşaneya ruhê piştevaniya gelan ên alîgirê azadî û biratiyê."

Di dawiya daxuyaniya KON-MED'ê de hate ragihandin ku wê li eyaletên Elmanyayê hemûyan 1'ê Gulanê bê pîrozkirin û bang li hemû pêkhateyên xwe her wiha Elewî, Misilman, Êzidî, Suryanî-Keldanî, Ermenî, demokrat, çepgir, sosyalîst û gelê ji çar parçeyên Kurdistanê hate kirin ku bi xurtî tevlî van pîrozbahiyan bibin.