Komxebata Diyalogê: Modela Rêveberiya Xweser dive li tevahiya Sûriyeyê were pêkanîn

Koordînasyona Meclisa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê encamnameya Komxebata Diyalogê ku 5’ê Çileyê lidarxist eşkere kir.

Duh Koordînasyona Meclisa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komxebateke diyalogê li dar xist.

Encamnameya komxebatê îro hate weşandin. Di encamnameyên de Koordînasyona Meclisa Ol û Baweriyan ji bo siberoja Sûriyeyê çend xal û pêşniyar destnîşan kirin:

- Divê hemû cureyên tundrewiya netewî û olî yan înkarkirin û biçûkxistina hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê bên redkirin.

- Jin stûna bingehîn a jiyan û civakê ye û azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêdayî ye.

- Destûra bingehîn a ku dikare hemû ol û baweriyan di bin yek banî de bicivîne, divê mîna destûra Îslama Medîneyê be, ya ku dibêje ol ji bo xwedê ye û welat ji bo her kesî ye. Ku ev desûrê di dema niha bûye rêgeza îslama demokratîk.

- Ol û baweriyên weke (êzidî, zerdeştî, îsmaîlî, elewî û durziyên wuwehidîn) divê di destûrê bên naskirin û pêkanîna ayîn û rê û resmên wan bi zagonan, bên garantîkirin.

- Nepejirandina regezên kêmneteweyan û piraniyan li Sûriyeyê, bi baweriya ku Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên etnîkî û nijadî cuda ye, û bi ti awayî sepandina sîstemeke perwerdeyî, pedagojîk, siyasî û civakî ya li dijî vê pirrengiyê nayê pejirandin, û li ser vê bingehê navê herî guncaw ji bo Sûriyeya siberojê “Komara Sûriyeyê” ye.

- Şermezarkirina hemû kiryarên nemirovane yên ku li Sûriyeyê li ser elewî, xiristiyan û êzîdiyan tên kirin, ku ev kiryar ziyanê digihîne têgeha netewî, biratî û jiyana hevbeş a civaka Sûriyeyê.

- Dadgehkirin û hesabpirsîna her kesê ku beşdarî sûcê qirkirina êzidiyan bûye, di Tebaxa 2014’an de ku aliyê rêxistinên terorîst ve hatiye kirin.

- Darizandina rejîma Baasê û desthilata Tirkiyê di dadgeha navdewletî de ji ber sûcên şer, û daxwaz bê kirin ku hemû şêniyên Sûriyeyê yên koçber bi aramî û garantî vegerin malên xwe.

- Modela Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salên dirêj ên şoreşa Sûriyeyê de îspat kir ku ew herêm ya tekane ye li Sûriyeyê ku gelê Sûriyeyê bi hemû ol û baweriyên xwe di di nava hezkirin, aşitî, rêzgirtina hev û jiyana hevbeş de dijîn, û bûye mînakeke azadiya bîr û baweriyan, lewma pêkanîna vê modelê li ser tevaya erdnîgariya Sûriyeyê, garantiya paşeroja hevbeş a hemû ol û baweriyên Sûriyeyê ye.