Koma ji Frankfûrtê Nobeta Azadiyê wergirt

Koma ji Frankfûrta Elmanyayê hatî Nobeta Azadiyê ya li bajarê Strasboûrga Fransayê wergirt. Ev nobet di hefteya 461’an de didome.

Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li ser wî Înîsîyatîfa Azadî ji Ocalan re di 25’ê Hezîrana 2012’an de Nobeta Azadiye dabû destpêkirin. Ev çalakiya nobetê di hefteya 461’an de didome.

Ev çalakî li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li qada ku saziyên Ewropayê lê dicivin, didome. Her hefte komek çalakger vê çalakiya nobetê werdigirin. Vê hefteyê jî koma ji Frankfûrta Elmanyayê hatî ev çalakî wergirt.

Çalakî her roj di saet 07.30’an de dest pê dike û heta saet 16.30 didome. Vê hefteyê jî Necmettîn Aydin, Alî Kinay, Hakan Boyraz û Mecît Elçîk tevlî çalakiya nobetê bûne.

Necmettîn Aydin li ser navê komê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îradeya Kurdan e. Aydin got “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda li ser gelê Kurd û alîgirên demokrasiyê ye. Ji ber vê jî azadbûna Rêbertiya me tê wateya çareseriya ku gelê Kurd dixwaze. Ji ber vê jî heta azadiya Rêber Ocalan pêk were, wê gelê Kurd têkoşîna xwe bidomîne.”

Aydin ji ber bêdengiya wan a li hemberî tecrîdê CPT şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk li pêş çavê dinyayê sûcê mirovayetiyê dike û saziyên Ewropayê bi bêdengiya xwe dibin hevkarên vî sûcî..

Aydin bang li CPT’ê kir ku bila peywira xwe bi cih bîne û diyar kir bi xwedîlêderketina greva birçîbûnê ya ku girtiyan dabû destpêkirin wê tecrîd were şikandin.