Koma ji Elmanyayê ‘Nobeta Azadiyê’ wergirt

Nobeta Azadiyê ya ku di hefteya 460’an de li bajarê Strasboûrgê ya Fransayê didome, ji aliyê koma ji bajarên Mannheîm û Saarbruckenê hate wergirtin.

Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda li ser wî were şikandin, di 25’e Hezîrana 2012’an de Nobeta Azadiyê hatibû destpêkirin. Ev çalakî di hefteya 460’an de didome. Her hefte komek Kurdên li Ewropayê tên nobetê digirin. Vê hefteyê jî Alî Can, Kaşem Agirman, Nezîr Botan û Îdrîs Rojava yên ji bajarên Mannheîm û Saarbruckenê hatibûn, ev nobet wergirtin.

Alî Can li ser navê komê axivî û diyar kir ku ev çalakî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo azadiya gelê Kurd tê kirin. Can got ku “Bi vê çalakiya Nobeta Azadiyê re gelê Kurd biryardariya xwe ya di têkoşînê de nîşanî hevkarên komploya navneteweyî dane. Şîara herî sereke ya nobetê pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Gelê Kurd bi vê çalakiyê diyar kir ku mifteya çareseriyê ya doza Kurdan li Îmraliyê ye.”

Alî Can diyar kir ku ji ber şîar û girîngiya wê ya dîrokî divê xwedî li çalakiya nobetê were derketin û ji bo greva birçîbûnê ya ku girtiyan li dijî tecrîdê dabûn destpêkirin bigihêje armanca xwe jî divê Kurdên li Ewropayê zextan li CPT’ê bikin.