Kolanên Ewropayê di nava av û heriyê de man

Li Ewropayê bandora baranê dewam dike. Li eyaleta Lûzernê ya Swîsreyê baranê bandoreke giran kir. Li paytexta Îngilistan Londonê jî gelek rêyên hesinî û pir di nava avê de man. Kolanên bajarê Dînantê yê Belçîkayê jî di nava heriyê de man.

Li Swîsreyê barana ku doh piştî nîvro dest pê kir, bandora giran li kantona Lûzernê kir. Tiştek bi kesî nehatibe jî rê di nava avê de man, seferên trenan hatin rawestandin. Baranê roja Şemiyê jî bandora herî giran li bajarê Appenzellê kir.

Welatekî din ê ku baranê bandoreke giran lê kir, Îngilistan bû. Bi taybetî li başûr rojhilatê Îngilistanê baran bariya. Li paytext Londonê av li kolanan qewimî, seferên trenan hatin rawestandin. Otobusa sê împaratoriyê ji ber bilindbûna avê asê bû. Tê payin ku li Îngilistanê ba û bahoz tevahiya rojê dewam bike.

Li bajarê Dînantê yê Belçîkayê jî doh ji ber bilindbûna avê, kolan di nava heriyê de man. Seferên trenan hatin rawestandin û gelek wesayit di nava heriyê de asê bûn.

Şaredarê Dînantê Axel Tîxhon daxuyaniyek da û got, "Li Dînantê rewşeke welê heye ku beriya niha qet neqewimî bû. Çemên biçûk heta çemê mezin ê meûse fireh bûn û hîn bi xurtî herikîn."

Li bajarê Lîege û derdora wê jî ji ber baranê û bûyerên piştre qewimîn şêniyên herêmê di şoqê de ne. Baran nêzî deh roj in bandorê li derdora Geliyê Meûse dike.