KCDK-E: Divê CPT demildest daxuyaniyê bide û rewşê zelal bike

KCDK-E’yê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku divê CPT demildest têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyê bide û got: “Çima CPT rastiyê ji gelê Kurd vedişêre, em demildest daxwaza daxuyaniyê dikin.“

KCDK-E’yê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Daxuyaniya ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daye, fikarên me yên têkildarî şert û jiyana Rêber Apo, carek din zêde kir.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin:

“Dewleta Tirk a faşîst bi awayek derhiqûqî û rêbazên dermirovî, Rêber Apo tecrîd dike û vê yekê jî vediguherîne êrîşa li dijî gelê Kurd.

Ji bo dawî li vê rêbaza dermirovî were, divê CPT demildest rolê xwe bilîze û tenduristî û jiyana Rêber Ocalan, bixe ewlehiyê.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxuyaniya daye de wiha dibêje, ‘Tu agahiya me ji geşedanên têkildarî şert û mercên muwekîlê me, nîne’ û bal kişand ser serdana CPT’ê, ‘Çawa ku rayedarên CPT’yê tu agahî têkildarî şert û mercên muwekîlê me nedaye, tu pirsên me jî nebersivandine’.

Rewşa 3 girtiyên din jî ku ev 20 meh in tu agahî jê nayên girtin û ew jî di heman rewşê de ne.

Em weke KCDK-E ji CPT pirs dikin, weke ku Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxuyaniya daye de, çima CPT û Rêber Apo hevdîtin nekirin? Çima Rêber Apo hevdîtin nekir? Çima CPT daxuyaniyê nade û kîjan rastiyan ji gelê vedişêre, em demildest daxwaza daxuyaniyê dikin.

Di serî de CPT û Konseya Ewropa, em bang li saziyên navneteweyî dikin ku demildest bikevin tevgerê û em bang li gelê Kurdistanê û raya giştî ya bi hestiyar dikin ku ji bo azadî û rewşa Rêber Apo demildest bikevin tevgerê.”