KCDK-E: 7’ê Îlonê ‘Tu Jî Rabe Ser Piyan’

KCDK-E di çarçoweya pêngava ‘Tu Jî Rabe Ser Piyan’ bang li hemû jinan kir ku 7’ê Îlonê dakevin qadan.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E têkildarî pêngava TJK-E’yê ya bi dirûşmeya ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ daxuniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de banga tevlîbûna ji bo pêngava li dijî dagirkerî, şer, mîlîtarîzim û komkujiyên jinan hae kirin û ev tişt hate gotin; “Tifaqa AKP-MHP’ê li Tirkiye û Kurdistanê di 18 salên faşîzmê de da nîşandan ku desthilatdariyeke dijminê jinê ye. Her roj jin tên qetilkirin, destdirêjî li zarokan tê kirin û ev desthilatdariya ku her cûreyê tundiyê rewa dibîne, li pêş çavê hemû cîhanê dibêje ku ‘ez dewletim, tişta bixwazim ez ê bikim’ dide nîşandan.”

‘TUNDIYA ZILAM Û TUNDIYA DEWLETÊ PARELEL E’

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin;

“Bi darbeya qeyûm re îradeya Kurdan desteser kirine û dixwazin darbeyekê li sîstema hevserokatiyê ya ku yek ji destkeftiyên herî mezin a têkoşîna jina Kurd e. Dixwazin destkeftiyên Şoreşa Rojava tine bikin, ji nû ve planên dagirkirina Kurdistanê û xeyalên Neo Osmaniyan pêk bînin. Bi taybet bi darbeya qeyûm re li Kurdsitanê politîkayên qirkirin û zextê zêde bûne. Tundiya zilam û tundiya dewletê paralel e.

‘7’Ê ÎLONÊ EM RABIN SER PIYAN!’

Pêngava TJK-E dayî destpê kirin pêngava xwedîderketina li jiyana hemû jinan e. 7’ê Îlonê li gelek navendên Ewropayê jinên Kurd ji bo pirsgirêkên civakî, rawestandina dagirkerî û komkujiyan dadikevin qadan. Em bang li hemû jinan dikin ku rabin ser piyan.

Bi pêşengiya TJK-E 7’ê Îlonê em bi hêz beşdarî çalakiyan bibin û xwedî lê derbikevin. Em bang li hemû gelê xwe, şoreşger, demokrat û hemû pêkhateyên civakê dikin ku ‘Tu Jî Rabe Ser Piyan’ dakevin qadan.”