KCDK-E'yê biryara Wezareta Karê Derve ya Emerîkayê ya li ser pêşengên tevgera azadiya Kurdistanê Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Duran Kalkan ku 4'ê Mijdara 2018'an hatî standin bi bîr xist, got DYE'yê, ''Aşkere kiribû kesên ku li ser nasname û tespîta cihên rêveberên PKK'ê agahî bide ew ê wan bi 12 milyon dolarî xelat bikin.''
KCDK-E'yê her wiha got 14'ê Nîsana 2021'an Sefîrê Enqerê yê DYE'ê M. Satterfîeld bêyî ku ti sedemek hebe, ji bo ku dilê Tirkiyê û dîktatoriya Erdogan xweş bike li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî daye û gotiye, ''Ew ê 12 milyon dolar bidin wan kesan ku cihê siyasetmedarên Kurd Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Duran Kalkan aşkere bikin û bibin sedema qetilkirina wan.''
Li dijî vê biryarê KCDK-E'yê ragihand ku ew ê 29'ê Nîsanê bi dostên xwe yên enternasyonalîst ên Elman li dijî dewleta Tirk faşîst kampanyayê bidin destpêkirin û bang li hemû welatan kir ku ew jî bi vê çarçoweyê têkoşînê geş bikin.
KCDK-E'yê got, ''Ji bo ku DYE vê biryara xwe bi paş ve bikişîne em ê bi dirûşmeya, ''Nûnerên gelê Kurd ne terorîst in'' kampanyayekê bidin destpêkirin. Ev kampanya 29'ê Nîsanê rojên pêrşeman 4 heftiyan li ber sefaretxaneyên DYE'yê wê were kirin û daxwazên me bi rengê dosyayan teslîmî wan were kirin. Di mîtîngan de wê axaftinên têkilî daxwazên me werin kirin, her wiha di serî de KCDK-E saziyên me, hemû Kurdistanî û dostên me wê ji serokê DYE'yê re nameyan bişînin da ku biryara li ser 3 siyasetmedarên Kurd hatî standin bi paş ve were kişandin.
Em KCDK-E banga li gelê xwe û dostên xwe dikin, bi rengekî xurt tevlî çalakiyan û kampanyaya nameyan binin ku ji bo biryara li ser sê nûnerên gelê Kurd ji hêla DYE'yê ve hatî standin bi paş ve were kişandin.''