KCDK-E: 10'ê Nîsanê li dijî faşîzmê dakevin qadan

KCDK-E'yê ji bo çalakiyên 10'ê Nîsanê yên bi dirûşma "Em ê bi hev re faşîzmê têk bibin" li gelek deverên Ewropayê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Di çarçoveya kampanya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) de ku bi dirûşma "Em ê bi hev re faşîzmê têk bibin" hatiye destpêkirin, 10'ê Nîsanê wê li gelek bajarên Ewropayê meş û mîtîng bên lidarxistin.

Kampanya wê şeş mehan dewam bike û çalakiya fînalê jî 4'ê Îlonê bi dirûşma "aştî û demokrasî" bi rengê mîtîngê pêk were.

KCDK-E'yê bi daxuyaniyekê ji bo çalakiyên 10'ê Nîsanê banga tevlîbûnê kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Em di demeke welê tarî de ne ku faşîzma AKP-MHP'ê cografya Kurdistan û Tirkiye bi zext, tundî û xwînê fetisandiye, bi hezaran mirov hatine girtin, karker, kedkar û xizan di binê barê krîza aboriyê de hatine hiştin.

Faşîzma AKP-MHP'ê bi hinceta şert û mercên şewbê zexta civakî giran kiriye û hewl dide civakê bitepisîne.

Bi tecrîda giran a li Îmraliyê re zexta li ser Rêber Apo hatiye girankirin. Ev tecrîd li erdnîgariya Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî muxalefeta civakî bi taybetî jî li hemberî jinan li her derê zêde bûye.

Parlamenter û şaredarên ku îradeya bi milyonan mirovî temsîl dikin hatin girtin an jî ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm li şûna wan hate danîn. Her wiha tevî doza girtinê êrişên qirkirina siyasî yên li ser HDP'ê bênavber dewam dikin, ku HDP temsîla bi milyonan mirovî dike. Desthilatdariya ku asta berxwedana jinê dibîne û jê ditirse, bi redkirina Peymana Stenbolê rûyê xwe yê dijminatiya li jinan bi rengekî eşkere raxistiye pêş çavan.

Jin, xwendekarên zanîngehê, kedkar, ciwan û her beşên civakê li dijî vê yekê li ber xwe didin, têdikoşin û bi hişmendiya ku yekane çareseriya têkbirina faşîzmê berxwedaneke mezin e, li hev civiyane.

Ji ber vê yekê faşîzma AKP-MHP dawiya xwe dibîne û ji ber vê êrişên xwe bi cûreyên cuda dewam dike. Hem li Tİrkiyeyê hem jî li Ewropayê bi karên xwe yên qirêj hewl dide vê pêlan berxwedanê bişikîne.

Lê belê êdî tîr ji kewanê çûye, bi milyonan mirov naxwazin bêdeng bimînin. Bi xwedîderketina li îradeya xwe berxwedanê qat bi qat mezin dikin. Rewşenbîr, şoreşger, demokrat, jin, ciwan û her beşên muxalîf ên li Ewropayê dest bi seferberiyeke têkoşînê kirine.

Bi navê KCDK-E'yê em bi hemû hêza xwe tevlî vê seferberiya berxwedanê dibin û ji bo meş û mîtîngên 10'ê Nîsanê yên li Ewropayê banga tevlîbûneke xurt dikin."