Ji hunermendên Kurd banga tevlêbûna meşa Dusseldorfê

Hunermendên Kurd ên li Ewropa dijîn, ji bo meşa 25’ê Hezîranê ku wê li Dusseldorfê bê lidarxistin banga tevlêbûnê kirin.

Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze (Defend Kurdistan) wê di 25’ê Hezîranê de li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê meşa mezin bê lidarxistin. Bi dehan rêxistinên Kurdan, Tirk û Elmanan piştevaniya meşa li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bêdengiya welatên rojavayî dikin.

Hunermendên Kurd ên li Ewropa dijîn jî bi peyamek dîmen piştevaniya meşê kirin û banga tevlêbûna meşê kirin. Hunermendan, li hemberî xiyanetê, dagirkerî û mêtingeriyê, li dijî hemû êrîşan, li dijî qirkirin û asîmîlasyonê, li dijî neheqiyê banga meş û parastaina Kurdistanê kirin.